Li gerdûnê zimanê helbestê

Muqades Agirî

Roja Helbestê ya Cîhanê ji aliyê UNESCOyê ve di sala 1999an de wekî 21ê Adarê hatiye weşandin. UNESCO diyar dike ku, ji bo pîrozkirina zimanên cûrbicûr ev roj, wekî roja helbestê ragihandine.

Zimanê dayikê wekî şîrê dayika meriv pîroz e. Meriv hest û ramanên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî baştir tîne ziman.

Di dîrokê de tê dîtin ku bandora helbestê li gorî nivîsên edebî yên din gelek xurt e. Helbest, çand û zimanê zikmakî diparêze. Ku çandek bi sedan salan nemiribe ev saya serê helbestêye ku bi dengê dengbêjan ve nifş bi nifş herikiye û bi xwezahiya xwe ve heta roja me ya îro hatiye. Ku dengbêjî nebûya ziman û çanda kurdan zû ve tine bûbû.

Bingeha dengbêjiyê jî dîsa helbestên nivîskî ne.

Çanda gelekî li ser helbestê kok digre, mezin dibe. Gelek bûyerên dîrokî bi helbestê li ser pê mane, gihîştine nifşa me.

Ku şaîr û fîlozofên me yên mezin Ehmedê Xanî, Meleyê Cizirî, Feqiyê Teyran, Meleyê Bateyî û gelek helbestvanên me yên din nebûna me yê nikaribûya bi awayekî zelal çanda xwe, dîroka xwe nas bikira.

Ev yek ji bo gelê hemû cîhanê rastiyek e. Şaristaniyên wekî, Sumer, Yûnan, Ereb, Fars, Çîn, Misir, Îngîlîztan, Fransa û gelekên din jî, helbest wekî hîmekê zexim ji xwe re hilbijartine.

Di edebiyata Yûnan de, Homeros destanên “lliad û Odusseîa” ku nenivîsanda dibe ku şerê Troya dê nehata zanîn. Evîna Romeo û Julîet ji aliyê şaîrê Îngîlîztanê Arthur Brooke ve di sala1562an de hatiye nivîsandin û ji aliyê wêjenasê Îngîlîztanê William Shakespeare ve jî, wekî lêyîstoka piyesê bûye berhemeke nemir. Di bingeha vê çîrokê de jî pirsgirêka gerdûnî li ber çavan tê raxistin. Di pergala çîna dewlemend û xizan de wekî her nirxî evîn jî derbê dixwe.

Em berê xwe bidin şahesera Mem û Zîn a hostayê mezin Ehmedê Xanî.

Jiyana civaka kurd a zanyarî, îdarî û kevneşopî ya wê demê bi hûrgulî dide nasîn. Başiyê, zelaltiyê, rastiyê, dilpaqijî û dilsoziyê, di kesayetiyên Mem û Zîn de teswîr kiriye. Fesadî, durûtî, xirabî , dexesî, dilreşî jî di kesayetiya Bekir (Beko) de aniye ziman. Her wiha sîstema wê demê zîhniyeta paşdemayî, çewt û bêedeletî jî, bi awayekî hişk rexne kiriye.

Helbestvan her tim li dijî zilmê, zordestiyê û pergalê rêzikên xwe nivîsandine. Her tim aliyê sefên gel de, aliyê bindestan bûne ji bo pirsgirêkên gel hewl dane.

Bi zimanê helbestê ve siyaset, rêveberî û pergala wê sedsalê hatiye rexnekirin, dîrok hatine guhertin gel bi efsûna helbestê tevli şoreşan bûne. Ji ber vê yekê ye jî emrê helbestan zehf dirêj e.

Berî damezrandina Komara Çînê, sefa karker û gundiyan, bi rêveberiya Rêxistina Komunîst a Çînê bi dehan salan têkoşîn kirin. Di wan salan de şoreşger avêtin zindanan. Helbestên Du Fu yê şaîrê mezin ê Çînê di dîwarên hucreyan de hatibûn kolandin. Ev rêzikana ji girtiyan re bûbû hêvî.

“Şerab û goşt dirize li koşkan de
Hestiyên kesên ji birçîna dimirin jî li rêyan de”

Dîsa şaîrê klasîk ê Çînê Baî Juyî jî, di helbestên xwe de, rêveberî bi zimanekî tûj rexne kiriye û êşa civaka xwe her tim kiriye mijarên misrayên xwe.

Fîlozofê me yê mezin Feqiyê Teyran jî li dijî zilm û zextên mîran bûye. Digel ku ew ji malbata mîran e xwe ji xelkê dîtiye. Zilma mîr, axa û began ti caran nepejirandiye û xwestiye gel jî nepejirîne û li hemberî zilm û zordariyê têbikoş e. Her tim di nav gel de bûye. Gava em li helbestên wî binêrin em ê bibînin ku gel ji derdên wî yên sereke ye.

Êşên gel guhdar kiriye bi êşên wan re xemgîn bûye dilşadiya wan re şad bûye û ev yek bûye mijarên helbestên xwe.

Nesaxê êşan ez im
Bi kul û derdan ez im
Mecrûh ji qehran ez im
Tazî û ûryan ez im
Ê dûr ji şehran ez im
Feqiyê Teyran ez im

Li aliyek din, şaîr Pablo Nerûda yê ji welatê Şîlî, di rêwitiya jiyana xwe de her tim li dijî faşîzma Şilî û Spanyayê têkoşiyaye.

“Gel im ez
Ya ku nayê jimartin”

Helbestvan, di serdemên ku tê de jiyane her rexne kirine. Ji ber vê yekê jî gelek helbestvanên navdar hatine cezakirin û li zindanan emrê xwe rizandine, hatine sirgûnkirin an jî, di wê rêyê de canê xwe ji dest dane.

Ev miijar gelek berfireh e. Mixabin bi sedan mînak henin lê belê ez ê tenê, qala çend helbestvanên ku li dijî faşîzmê berxwedane bikim.

Helbestvanê Fransî Robert Desnos, di dema şerê cîhanê ya 2emîn de, bi weşanên xwe, piştgirî da Tevgera Şoreşa Fransayê. Ji aliyê Gestapo (Polîsên dewletê yên veşartî) ya elman hate dîlgirtin. Ew sirgûnê qampa Theresienstadtê hate kirin. Desnos, li wir bi nexweşiya tîfoyê ket û jiyana xwe ji dest da.

Ev rêzikên Desnos ya bi navê helbesta “Sibê” kesayetiya wî ya berxwedêr nîşan dide.

“Sed hezar salî bim jî, hêza min ê her bimîne
Li benda te ey sibê ya ku li bendê me”

Helbestvan û nivîskarê fransî Jean Cayrol jî di sala 1942an de, dîsa ji aliyê Gestapo hate girtin û ew sirgunê qampa Mauthausenê hate kirin.

Cayrol, helbesta xwe ya bi navê “Hûn radizên?” dema zindanê de bûye nivîsiye. Şaîrê Rûs Aleksandr Puşkin jî, ji ber ku li dijî zilma Çarlik berxwe dida hate kuştin.

“Em çivîkên azad in de haydê!
Berbi wê çiyayê sipî, ji ewran dûrtir”

Ahmed Arîf jî, ji bo fikrên xwe bi salan li zindanê de dîl hate girtin lê ew ji ber vê yekê qet gazind nekir.

“Û destên min di kelepçeyê de ne
Bê titûn û bê xew mam
Evîna te ez bernedam”

Li aliyek din Nazim Hîkmet, li pişt dîwaran, bi rêzikên xwe coş da gelê xwe.

“Birêveçûn
bidil
biken
Birêveçûn…”

Sebahatîn Elî jî, li girtîgehê bi van rêzikên xwe, nemir dibe. Gelek helbestên wî dibin stran.

Serê xwe netewîne
Xem neke dil xem neke
Bila giriyên te neyên bihîstin
Xem neke dil xem neke

Helbest bi her zimanî xweş, bi her hestî ve kûr e. Roja helbestê li her kesî li her zimanî pîroz be…

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir